Xerîbo
Wey lo xerîbo, wey lo!
Berxê dayîka mino, lo!
Kanî ew stêrk,
yên ku ji kenên
te diweşîn?
Kanî ew tîrêj,
yên ku ji
ezmanên te dibarîn?
Kanî ew gund,
yên ku li ser
sîngê te radiketin, lo?
Hîn ev latê
dilşkestî
mîna kemencayeke
dengzîz
ahînên dayîkên
law-wendayî,
keserên dayîkên
keçnedîtî
li ber devên
şikeftan dilorîne, lo...
Wey lo delalo,
wey lo!
Birîndarê şer û
cengano,
siwarê hespê
nêr ê kabhişîno.
Li erdê
qulemişka
tu xisti bûn
feqan û tehfano.
Kurê Kurdano lo!
Evîna Edûlê çi
bi te kir, lo...
Ez ne ji
cîhaneke jorîn de hatime
Ne jî ji jêr...
Lê min dîti bû
ku li ber deriyê te
her roj
karwanên rêwiyan
nimêja xwe dikirin
û bêbextiyê
sîngê xwe talan dikir.
Bo yekemîn car
min dîti bû ku
Sipî reşiyê bi
dar ve dike;
Rastî ji
nerastiyê re dadgehê li dar dixe.
Çiyan jî
ramûsan bi
ezmanan ve diteqandin.
Cara yekê bû,
lo...
Cara yekê bû.
Çima wê navê
talanê talan be,
eger alafa
dilreşiyê
alafa
bêbextiyê
tîpên sayî
ji kûraniya
dîrokê nekşîne û neşewtîne;
eger êgir û
dûmên
bi ser
helbestên Ehmedê Xanî nexîne;
eger qirika
Gulbiharê
bi xenceran
neqetîne û
neçirrîne?
Çima ez û te
ji tîpan ditirsin
û di nêv
stiriyan re dimeşin?
Xerîbo,
li çiyan li te
digerîm
di binê zîndanan
de li te digerîm.
Bêhna te dihat û
her der ronî
dibû.
Lê min tu ne
dît,
ne jî kesî tu
dît.
Di hêstirên
dayika min de
tu raketi bû...
û darên birînên
hezar dîrokî
ber da bûn,
lo...
Xerîbo,
eger tu mêvanê
mala mîran î,
de vegere!
Eger wêneya te
li ser neqşan hatiye
kutan,
de vegere!
Eger rengê te
bi birûskan ve hatiye
vedan,
de vegere!
Eger te dayî pê wan
malwêranên xewnan,
lo lo Memo, de
vegere...
Ma tê bîra te
dema te digot:
Hey lê cana,
bibe zana.
Eger tu nebî
zana,
naxim stûyê te
gerdenekî ji stêrkan,
xemilandî bi
ramûsanan;
danînim ser serê
te tu tacan;
nadirûm bi
pênûsa xwe
helbesteke
rengîn
ku ji te re bikim ebeyeke
sultanan;
kilnadim çavên te
bi rejiya dilan;
diyarî te nakim ti
dîwanan.
Hey lê cana, de
bibe zana
bibe zana!
Ev çend dîrok in
tu ji şevekê
diçî şevekê;
ji birînekê diçî
birînekê;
ji girtinekê
diçî kuştinekê...
Ma çend şêr di
hundirê te de hiltên, lo?
Surgûniya rojê
konê bêbextan
fereh kiriye;
Tavên heyvê bi
girî kirine.
Çivîkên evîndar,
mîna dizekan
di ezmanê te re
difirin, lo... difirin
Binêre,
çawa tîrêj di
çiyan re direvin.
Binêre,
çawa bahoz bi
piyan bi zinaran dikevin.
Binêre,
çawa ev gund,
li ser sîngê te
radikevin.
Xemgîniyên dîrokê
di paşeroja te de
diçin ava.
Lo lo xerîbo,
diçin ava...
Xerîbo,
Berxê dayîkê
mino!
Tehniya ku bi
Ferat û Dicla neşke;
dilê ku bi
gulistanekê,
bi gulên
rengareng
kêfxweş nebe.
Ma ezê çawa
Buharên vemirtî
bi helbestekê
vejînim?...
Çêroka neynûkên
şikestî

(I)
Çêrokekê ji
pêçiyekê de
dest pê kir
û
gelek nêrîn
Serxooooş
xistin.
(II)
Erê!
Erê,
bilind bûn
stûnên dûmanê wê;
serhişk
nav ewran
de
şer
dikirin!
(III)
Çêrokek bû.
Nêrgizek
bû.
Nêrgizeke
dildar
di baranan
de bîn da û
bi Buharê
re
bihurî...
(IV)
Kevokek
birîndar bû
li ser vî
dîwarê han
baskşikestî
dinêrî…
Tîrêj di
çavan de
dihatin
ramûsan.
(V)
Perwanek bû
li dor wê
fenerê
dida
sema…dilîst.
Fener sar bû.
Perwana min jî
westiya
baskên wê ji
ber ketin
li her
cihekî
li her warekî
belav bûn…
(VI)
Dengê dahol
û zurneyan
Dunya tijî
kirin.
Lê çêroka
min
bi lîliyekê
kete xar û
gêêêêêj bû…
(VII)
Xewnek
dirêj bû.
Dilopeke
sar ez şiyar kirim û
dîwarên mirinê
bi ser min de
anîn xwar...
(VIII)
Çêrokek rengîn
bû.
Çiqas
roj
hefte
meh û sal
li hev xistin.
Her kêliyekê
jî
kanî bû
min bi rengekî
nû
bikuje.
(IX)
Ez û çêroka
xwe,
em du stêrk
bûn.
Ji hulma êşan
ji jêr
ji dûr
ji çavên ezmên
em melûl
hatin
darivtin.
(X)
Ewrên giran
xwe hilgirtin.
Xwestin eniya
min reş bikin.
Lê çêrok
bi tijiya
gewriya min
qîrî...
teqî...
Ewir vekşîn.
Dilopên reş
barîn.
Nîviyê min mir.
Çêroka min jî
bi kuzûr mezin bû...
(XI)
Dema min û çêroka xwe
me perdeyên
girî û ahînan
çirandin,
destên me
gîhan hev:
Wek pelên
darekê
wek gulên
buharekê
me reng da
me bîn da.
Axa evîna xwe
axa welatekî
me sor û germik kir...
Derya
Buhar wek Zivistanê
Pêla yekê wek a didoyê
kenaran
diramûsin
û di zikê
deryayê de
wenda dibin.
Roj weke
Hêvê
hertim
di bin paşila
deryayê de
radikeve,
ji pişt
çiyê beyan dibe
û
tîrêjên wê
li awazên
xunavê
şax didin.
Hê… deryayê!
De ka bêje,
çawa dikarî
gemiyan
di ser pêlên
xwe re
derbas bikî;
birûskan
veşêrî;
cewşan
vemrînî…
Lê
tu nikarî,
deryayê,
qurziyekê ji
dilê min
tijî bikî!...
Ah deryayê!
Tu jî weke
dîrokeke rûreş
rojên me
demên me
tar û mar dikî
û
mihrecanên
mirinê
di pêlên rojên
me de
li dar dixî...
Tenê vê
rastiyê dizanim:
Eger tu,
deryayê,
nebî hêstirek
ji çavên yara min,
tu nikarî
agirê dilê min
vemrînî;
tu nikarî
birûskên çavên
min
veşêrî;
tu nikarî
lehiyên germ
hênik bikî...
Kanî ar?
Helbestekê ji min re wîne
Ji avê...
Ji
axê...
Ji
dîwêr.
Kenekî ku şînên min
bimale.
Teqleke,
teqleke
vî bayî sar.
Di vê şevê de
Di vê tariyê de
wek kûrekî
xwe nabînim.
Dikirin…
Difroşin…
Şên e... şên e
ev serê min
bûye bazar.
Li seranserî
cengê dinêrim.
Çar guçilan
dibezim.
Min ne dît
ji te û pê ve
kesek bervajî
bûye
sîwar!…
Bahozan davêjim
hemû kenarên
hundirê te.
Diçinim sêva dawiyê.
Bi dilsarî dibêje:
dendik hîn ne bûye dar
Bêdengiya te
ne çiyak e
ne zinarek e
ku ez bavêjim
ezmanan;
stêrkan pê bînim xwar.
Hundirê min
ji teniya xewa
te
reş bûye.
Hîn jî tu
dibêjî:
« Kanî
ar...? »
Tenê gava tu
rûgeş dibî
Êvara min bi
tariyê
porê xwe
dihûne.
Şeva reş ji
roniyê geştir dibe.
Wek lêvên te
ên sor û zelal
avze û kanî
hunguv
ji berqîfên çiya der
dikin.
Helbestên min
–
firokên evînê
per û baskên
xwe dicivînin û
bi refan ... bi refan
berê xwe ber ve te dibin.
Jiyan tev dixemile.
Sar û germ
dûr ... nêzîk
sipî û reş...
Giş bi hev re xweş dibin.
Pir xweş dibin.
Tenê gava tu rûgeş dibî.
Dilberê
Dema te digot
«Ez ji te hez dikim»
dilê min di
sîngê min de,
dilberê,
baskên xwe
ziwa dikirin.
Dema te digot
«Ez ji te hez
dikim»
çavên min di
asoya evîna te de,
dilberê,
mest dibûn û
li ser pirêza
sîngê te
bê hal... bê oz
dimexelîn.

Dema lêvên te –
gupikên Buharê
dipişkivîn,
hezar dest
ji dilê min
berve te
drêêêêêj dibûn:
dixwastin
canê te
rûyê te
bi dînîtiyeke
bêsînor
hembêz bikin.
Bê sînor,
dîlberê !
Dema min li çavên te yên
hunguvîn,
dilberê,
dinêrî
sicik û zêtûnan... merxan
didan awazan,
didan sîmfoniya evîneke
bêdawî.
Evîneke sermedî, dîlberê!
Ez jî dixwazim bêjim:
Ez ji te hez dikim,
dilberê!
Lê bi rengekî din.
Bi awayekî nû.
Tenê ezê
li ser wêneya te,
beden û bejna te
deriyê zîndanê bigrim,
te bavêjim dawiya
girtîgeha çavên xwe
û wan damrînim.
Tim damrînim, dilberê!
Hîne
Li ber kenarên çemokê
KILISIYÊ
xewnên min
hîn bi dawî ne
hati bûn.
Gula ku min ji
te re çandi bû jî
Hîne bîn ne da
bû.
Hîne razên veşartî
di bin pelên
çîçekên mêst de
hulm û xewnên xwe
bi hêstirên xunavî
ne meyandi
bûn.
Min li ser koka her
dareke sicikê
helbestek ji te re
nivîsandi bû.
Hîne...
Hîne...
Hîne...
Bi awazên
bayê her sibakê re
çivîk jî
stranan dixwînin.
Ji koka her
darekê jî
çêrokeke brîndar
diherike...
Hêê…y!
Bûye hezar sal
tu van helbestan
dişewtînî,
hêê…y!
Ji zû ve tu
van tîpan
bi dar dixînî.
Çima tu carekê
van çivîkan
nafirînî?!
( . )
Bi çirandina van rûpelan
re
dem
tê cûtin;
şaristanî
ve...dimmm...re.
Dakeve!
Dakeve!
Ji ezmanan
Dakeve!
Ji bêhna min
derkeve!...
Welato!
Zanim,
tu ji min hez
dikî.
Zanim,
qêrîna çiya
ezmên bi girî
dike...
( ... )
Xwedê rezekî
ciwan
dayî te.
Ma tu goşiyeke
ramûsan
didî me?
Em
Em
rengan bi
darve dikin.
Em
perwanan
dişewitînin.
Em
gulan
diqurçînin.
Em
helbestan
diçirînin.
Em
zarokan
diçerpînin
Em...
...
...
Em
welatan ava
dikin!...

Rojbûn
Dihunî
min mûma sihî
vemirand.
Dihunî
min gula sihî
riquçand.
Dihunî
min kêlika
sihî vena.
Pêşinyar
Ka em
helbestekê binivîsin!
Ka em
stêrkan bêjmêrin!
Ka ez
te biramûsim!
Girî
Hêvê dê negiriya,
eger nimêja karwanê şînê
li ber deriyê berbanga te
ne
dîti ba.

Miriyo!
Berî ku zani bim
tu qurbanê kîjan Cejnê
yî,
ya kîjan şahiyê yî,
dizanim ku postê te
li kîjan bazarê
bi çend rûreşiyan
tê firotan.
Erê!
Di guhên min re
dengekî zelal herikî.
Min got:
Erê,
erê,
carekê ev cana
bi berfê jî
şewitî...
Dawiya şevê
Dawiya şevê
valahiyê
di hundirê min de
dirjîne...
Bêdengî
xewnan ji min didize.
Ez jî
bi sîngê her stêrkekê ve
bîranîneke veşartî
dadileqînim...

Saw
Ji tirsa şîqirtiya ewran
re
di hembêza tîpên bêdeng
de
raketim…
Rastiyê!
Bê te
sebra min nayê…
Û
bi te
Jiyan li min
nayê...
Êş
Bi min re
gotin:
« De bigrî! »
Min gut :
Na, na
ezê nuha
bi kenekî
dirêj
birînên xwe
yên kûr
bikewînim...
Dînbûn
Dema min dît
tu asê yî
tu zû zû kedî
nabî,
ez
li dû solên
xwe
revîm...

Her ku
Her ku dixwaze
lêvan
biramûsim,
dibêje:
«De ka helbestekê
Ji min re
bixwîne!»
Ne ji…
Ne ji agirê
hundirê min ba,
der bi der
min havîngeh çê ne
dikirin.
Ne jî min helbest
dinivîsandin.
Ne ji agirê
hundirê min ba,
min kizotên
xwe
di nav lêvên
te de
venedimirandin...
Eger
Eger ezman
wek sîngê min ba,
ba
wek pêlên
min ba,
stêrk
wek kenê
min ba,
hêv
wek dilê
min ba,
yan jî
eger mij
wek xewnên min ba,
ez li vê dinyayê
tu jî
li dunyayeke
din ba,
tarî…
tarî dê ji bo
min
bi jin ba...
Wendabûn
Di kevçîk av
de
min çavekî xwe
dît.
Di zerikeke av
de
min rûyê xwe
dît.
Di goleke avê
de
min bedena xwe dît.
Lê dema
gol her mezin dibû
ez dibûm
du perçe:
Perçeyek di
golê de
û yê
din
di evîna te de.
Ez her wenda dibûm...
Çiya
Tu dikarî
dîlana bombeya
li ser sîngê
min vegrî.
Tu dikarî
jehr û zihêrê
bi dilopên baranê re
ji me re
diyarî bikî...
Û zarokên min
çivîkên rengîn
ji xewê şiyar
bikî.
Tu dikarî
li şûn sema
pinpinîkan
a li ser pelên
çîçekan
vê zozanan
bi agirekî
talan bikî.
Lê ez çiya me
tu nikarî
serê min
bervejêr bikî.
Tenê tuyê
daxmeke reş
li ser eniya
xwe siwar bikî...
Mirovo!
Ji bextê te
pir fût der dikevni:
Zinarên reş
Bêparkirina ji nasnameyan
Reşkirina navên gundan
Gezkirina çiyan
Talankirina şaristaniyê
Avakirina zîndanên bêjimar
Tunekirina mirovan...
Bila carekê
hebûna miletekî
jî
ji bextê te der keve!...
Hamêd
Rûnişti bûm.
Min dît sîya te
di aliyê min re
Dirêêêêêj
derbas bû.
Min zanî ku roj
deziyên xwe yên dawiyê
ji pişta Gumîtê
dikşîne.
Çavên min
li hêviya berbangeke nû bûn
li girê Hesê Xidir
bûn...!

Keskesor
Yareke şevînî
çavdamirandî
dixwaze di xwenê de
li keskesorê siwar bibe,
bêyî ku zani be
ji bo çavên wê
milyoneke keskesor
xwe dişewitînin...
Kiz
Buharê derî girtin
Havînê pencere tazî kirin
Hîne sîngê min jî
wek kirîfekî
dil kiriye
êzingekî ter û
dişewtîne...
Bajar
Bajarekî
li ser ramûsaneke bi dizî
raketî
li mirina yarika xwe
digere
ta ku reşiya berbangê
bikşîne…
Serjêkirî
Dixwaze min
wek xwe bike:
Yan serê min
Yan jî lingên
min
jêke.
Pê ramî bû
berî ku serî
jê bibe.
Hêvî
Berî êvar bê
li ser lêveke
dilşikestî
ramûsan ketin
xewê.
Çavên min jî
bi hêza
hurçekî birçî
êriş birin
hêviyên
xapandî.
Bibore!
Dilovanî
nakeve dilê min,
ne jî Yazdan.
Lêvên xwe
meparêze
tu li bajarê
min î.
Ev bajarê ku
min
bi lêvên xwe
bilind... bilind ava
kirî.
Firandin
Dema min dît ku
ezman
li helbestên min teng bû,
min xwast
helbestên xwe
yekoyeko
di hundirê te de
bifirînim...
Kenê min
Kenê mino,
çima tu wek
hêstiran
ji çavên min
nabarî?
Wek kula
ji dilê min
dernakevî?
Tenê di rûyê
min de
hiltê û
di birînên min
de
diçî ava.
Kenê mino,
çima?
Zû çû ava
Piştî
govend û
dîlanan,
piştî
pejlandina
şevê
bi rengê
gulan,
hatin ku
sibatiya bûkê
û
mêrantiya zêve
pîroz bikin.
Li pişt
deriyekî giran
bê ku dengê
lîliyan hebe
tenê du hêstir
bi ferehiya
çavan
dîtin.
Zanîn ku rojê
bi lez
çavên xwe
damirandin û
zû
çû
ava...

Daxwaz
Min ne
xwastiye
ne ji Xwedê
ne ji tu kesî
mal û milk
zîv û pere
textekî ji
hevrîşim
balgiyekî ji
perê mama...
Min ne
xwestiye
ji tu kesî
ji Xwedê
jineke tazî,
canekî riswa.
Min
nexwestiye.
...
Tenê dixwazim
dîwarekî
kevnar
ji malên gundê
min
bi
min re
bigrî...
Ezîtî
Ji ber ku
tu çîl î,
ez çîlan
naxwazim.
Ji ber ku
tu reş î,
ez reşan naxwazim.
Ji ber ku
tu ez î
ez jî ne ez im!
Sewd
Her ku dixwazim
ji girtîgeha te
birevim,
dinêrim
derî giş girtî ne.
Destên min
lingên min
tev bi bend û zincîr in.
Dikenim... dibêjim:
Min girêde
Bi te re ez
ra...zî...me !
Jînê!
Jiyana min
cîgareyeke peltenik e.
De
xuliyê jê biweşîne,
ta herdu tiliyên te yên nazik
nekizrîne.
Bipirse!
Eger tu ji min bawer nakî,
ji Rojhilatê bipirse
ka çend caran
awaz di gewriya min de
ruquçandine;
ka çend caran
sîwarên ji êgêr
di ser canê min re
bezandine
Bipirse...
Ji Rojhilatê bipirse.
Gundê min
Ez tu gutinan
bi bihayê te nabînim.
Lê ez nizanim çima.
Me tu ji dilê xwe avêt,
lê te
em ji yê xwe navêtin.
Me tu ji bîr kir
te
em ji bîr ne kirin.
Lê
ez nizanim,
çima
gava tu tê bîra min
ev
hêstir di çavên min de
mîna cewşan diteqin.
|