|
Kurtejiyan
Hêmen
Kurdaxî (Neşet Betal) sala 1973-an li Gundê Qermîtliq,
herêma Kurdaxê (Çiyayê Kurmênc) ji dayîk bûye. Ji sala
2000-î ve li Almaniyayê dijî.
Ji bilî helbestên wî yên ku di hin weşanên kurdî de hatine
weşandin, ev yekemîn berhe-voka wî ya çapkirî ye, ku tê de
dixwaze bi zimanekî hêsan î nazik û bi wêneyine ji peyvên
hestedar derd, êş û kela dilê xwe, herwekî evîn, arzû û
helwesta xwe veguhêze hunav û wij-dana xwendevanên xwe. Bi
rastî jî ew dikare xewn û hestên mera ên xulmaşbûyî bi
awazên peyv û hevokên xwe, bi sirweya qêrînên xwe ên lal
şiyar bike û wan di asoyên xwe de bifirîne.
Köln, 22.01.2003
Dr. Kamiran Bêkes |